Civîna Partî û Yekîtiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i354253-civîna_partî_û_yekîtiyê
Îro her du şandên bilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) û Yekîtiya Niştîûmanî ya Kurdistanê(YNK) ji bo Şêwirîna li ser pêkanîna kabîneya dehan a hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li polîtboroya siyasî ya Partiyê li Pîrmamê civiyan.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Nîsan 15, 2025 15:02 Asia/Tehran
  • Civîna Partî û Yekîtiyê

Îro her du şandên bilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) û Yekîtiya Niştîûmanî ya Kurdistanê(YNK) ji bo Şêwirîna li ser pêkanîna kabîneya dehan a hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li polîtboroya siyasî ya Partiyê li Pîrmamê civiyan.

Di vê civînê de ku di rewşeke erênî da hate lidarxistin, li ser pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê gotûbêj hatin kirin.

Piştî civînê, Partî û Yekîtiyê daxuyaniyeka hevpar belav kirin û ragihandin: Di civîna me ya îro de pêngavek erênî û pêşveçûneka baş hebûye û wê di rojên dahatî de wê civîn berdewam bin.