Lihevkirina YNK û PDKê li ser plana hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i353774-lihevkirina_ynk_û_pdkê_li_ser_plana_hikûmeta_nû_ya_herêma_kurdistanê
Serokê Dayra Peywendîyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku PDK û YNKê li ser plana hikûmetê li hev kirine û tenê meseleya parvekirina postan maye.
(last modified 2025-03-14T11:22:08+00:00 )
Adar 14, 2025 12:50 Asia/Tehran
  • Lihevkirina YNK û PDKê li ser plana hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê

Serokê Dayra Peywendîyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku PDK û YNKê li ser plana hikûmetê li hev kirine û tenê meseleya parvekirina postan maye.

Sefêyn Dizeyî Serokê Dayra Peywendîyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku gotûbêjên PDK û YNKê ji bo pêkanîna hikûmeta nû didomin û her du alîyan derbara plana hikûmetê da li hev kirine. 

Dizeyî pêgirî kir ku qonaxa din qonaxa parvekirina postan di navbera her du alîyan da ye ku tenê ev mijara maye.

Serokê Dayra Peywendîyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha got: Hêvîdra in ku kabîna nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê zûka were pêkanîn.