Operasyona neqanûnî ya Tirkiyê li bakurê Iraqê berdewam e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i344229-operasyona_neqanûnî_ya_tirkiyê_li_bakurê_iraqê_berdewam_e
Wezareta Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyê ragihand ku operasyona leşkerî ya hêzên çekdar ên vî welatî li bakurê Iraqê dijî hêzên PKK'yê berdewam e.
(last modified 2023-10-17T11:21:19+00:00 )
Çirî 17, 2023 11:37 Asia/Tehran
  •  Operasyona neqanûnî ya Tirkiyê li bakurê Iraqê berdewam e

Wezareta Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyê ragihand ku operasyona leşkerî ya hêzên çekdar ên vî welatî li bakurê Iraqê dijî hêzên PKK'yê berdewam e.

Wezareta Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyê roja Duşemiyê her wiha ragihand: Du terorîstên PKK'yê li vê navçeyê hatin kuştin. Wezareta Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyê her wiha tekez kirku derbên giran dijî terorîstan û wêrankirina baregehên terorîstî dê bidomîne.

Enqereyê PKK wek cudatîxwaz daye nasandin û navê vê komê xistiye nav lîsteya komên terorîstî.

Êrîşên Artêşa Tirkiyê ser bakurê Iraqê bi behaneya şerê dijî PKK'yê hertim  ketiye ber îtiraza rayedarên Bexdayê û xelkê vî welatî; lê rayedarên Enqereyê hema wisa van êrîşên neqanûnî didomînin.