Leşkerekî Tirkiyê li Iraqê hat kuştin
Kanûn 01, 2022 12:57 Asia/Tehran
Leşkerekî din ê artêşa Tirkiyê di dewama operasiyona vî welatî ya neqanûnî li bakûrê Iraqê hat kuştin.
Kanala Radyo û Televîziyonî ya TRT'yê roja Pêncşemiyê ragihand ku leşkerekî artêşa Tirkiyê li bakûrê Iraqê hatiye kuştin.
Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, ev leşkerê tirk li navçeya operasiyona Pence-Kilîlê di pevçûna digel endamên PKK'yê da li bakûrê Iraqê hatiye kuştin.
Li gorî vê daxuyaniyê, ev leşkerê tirk roja 30ê Mijdara 2022an li vê operasiyonê birîndar bûye û tevî hewildanên pêkhatî canê xwe ji dest daye.
Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê her wiha ragihand sê endamên PKK'yê jî di vê pevçûnê da hatine kuştin.