Mesrûr Barzanî û şanda aştiyê ya CHPê li Hewlêrê civiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i328701-mesrûr_barzanî_û_şanda_aştiyê_ya_chpê_li_hewlêrê_civiyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh 5ê Îlona 2021ê, pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Gel a Komarî ya Tirkiyê (CHP) bi serokatiya Cîgirê Serokê wê Partiyê Oguz Salici kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 06, 2021 12:30 Asia/Tehran
  • Mesrûr Barzanî û şanda aştiyê ya CHPê li Hewlêrê civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh 5ê Îlona 2021ê, pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Gel a Komarî ya Tirkiyê (CHP) bi serokatiya Cîgirê Serokê wê Partiyê Oguz Salici kir.

Di vê hevdîtinê de, pêşvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hatin gotûbêjkirin.

Cîgirê Serokê CHPê Oguz Salici, di vê civînê de got: “Armanca me ji vê serdanê, bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û nîşandana bîr û nerînên CHPê derbarê çend pirsên girîng ên hevbeş de ye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku Tirkiye cîran û welatekî girîng ê navçe û cîhanê ye û Herêma Kurdistanê faktoreke aramiyê ye li navçê û her dem xwazyar e baştirîn pêwendiyên wê bi Tirkiye re hebin ku welatekî firehnetew û xwediyê ol û pêkhateyên cuda ye, ev jî nîşaneya dewlemendiya wî welatî ye.