2 sivîl li Herêma Kurdistanê ji ber êrişa Tirkiyê birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i328632-2_sivîl_li_herêma_kurdistanê_ji_ber_êrişa_tirkiyê_birîndar_bûn
Ji ber bordumankirina balafirên Tirkiyê û topxanên artêşa Tirkiyê 2 hemwelatiyên kurd li gundê Sîdanê yê li devera Rêkanê li Herêma Kurdistanê birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 02, 2021 16:43 Asia/Tehran
  • 2 sivîl li Herêma Kurdistanê ji ber êrişa Tirkiyê birîndar bûn

Ji ber bordumankirina balafirên Tirkiyê û topxanên artêşa Tirkiyê 2 hemwelatiyên kurd li gundê Sîdanê yê li devera Rêkanê li Herêma Kurdistanê birîndar bûn.

Di encama bordumankirina balafirên Tirkiyê û topxanên artêşa Tirkiyê li gundê Sîdanê yê li herêma Rêkanê 2 hemwelatî birîndar bûn; lê belê qaymeqamê Amêdiyê Warşîn Selman di hevpeyvîna bi BasNewsê re bêyî ku balê bikişîne ser dagîrbûna gelek ji deverên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve di vê bûyerê de berî her kesî PKK sûcdar dizane û dibêje ku ev du kes ji ber şerê di navbera PKKê û Tirkiyê birîndar bûn.

Herwuha Warşîn Selman dibêje her du birîndar ji nexweşxanê hatine şandin û rewşa tendirustiya wan baş e.

Warşîn Selman bang li PKKê û Tirkiyê jî kir şerên xwe bibin nava xaka xwe û ji Herêma Kurdistanê dûr bikevin û êdî xelkê Herêma Kurdistanê nekin qurbaniyê şerên xwe.