DAIŞê li Mexmûrê 11 kes revandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i328099-daiŞê_li_mexmûrê_11_kes_revandin
Çekdarên DAIŞê şeva borî li sînorê Mexmûrê kemînek danîne û 11 kes revandine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 07, 2021 06:03 Asia/Tehran
  •  DAIŞê li Mexmûrê 11 kes revandin

Çekdarên DAIŞê şeva borî li sînorê Mexmûrê kemînek danîne û 11 kes revandine.

Li gorî rapora Kurdistan24ê, Çekdarên DAIŞê şeva borî li sînorê Mexmûrê kemînek danîne û 11 kes revandin.

Çavkaniyekî ji K24ê re ragihand: “Derengê şeva borî çekdarên DAIŞê li sînorê Mexmûrê bi cil û bergên leşkerî xaleke kontrolê danîne û 11 kes revandine.”

Li gor zanyariyên K24ê; DAIŞê ji wan 11 kesan, 5 kes berdane û 6 kesên din li cem wan in.

Kurdistan24ê nivîsiye: "Herwiha nûçegihanê me eşkere kir ku sê kes li xala kontrolê ya çekdarên DAIŞê ranewestiyane û çekdaran gulle berdane û birîndar bûne ji bo tedawiyê bo nexweşxaneya Mexmûrê hatine veguhestin. Li gor zanyariyên nûçegihanê me; ji wan kesên ku hîn di destê çekdarên DAIŞê de ne, 2 kes Kurd in û 2 kes jî Ereb in."