473 kesên din li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i327057-473_kesên_din_li_herêma_kurdistanê_bi_koronayê_ketin
Di 24 demjimêrên borî de 473 kes li Herêma Kurdistanê bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan canê xwe ji dest dane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 17, 2021 07:56 Asia/Tehran
  • 473 kesên din li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketin

Di 24 demjimêrên borî de 473 kes li Herêma Kurdistanê bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 473 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 473 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 88 kes li Hewlêrê, 199 kes li Silêmaniyê, 157 kes li Duhokê, 29 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku her du jî li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 488 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 123 kes li Hewlêrê, 211 kes li Silêmaniyê, 102 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 48 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 178252

Mirin: 4382

Başbûn: 166690