Ji ber êrîşên Tirkiyê 38 gund li bakurê Iraqê hatine valakirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i326935-ji_ber_êrîşên_tirkiyê_38_gund_li_bakurê_iraqê_hatine_valakirin
Rayedarekî Parlimana Herêma Kurdistanê got: Li pey êrîşên artêşa Tirkiyê 38 gund li bakurê Iraqê hatine vakirin û gele zevî hatine şewitandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 11, 2021 10:30 Asia/Tehran
  • Ji ber êrîşên Tirkiyê 38 gund li bakurê Iraqê hatine valakirin

Rayedarekî Parlimana Herêma Kurdistanê got: Li pey êrîşên artêşa Tirkiyê 38 gund li bakurê Iraqê hatine vakirin û gele zevî hatine şewitandin.

Rayedarekî Parlimana Herêma Kurdistanê got: Li pey êrîşên artêşa Tirkiyê 38 gund li bakurê Iraqê hatine vakirin û gele zevî hatine şewitandin.

Li gorî rapora malpera Rûdawê, Rêvîng Herûrî Serokê Komîsiyona Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê îro îniyê got: Şêniyên navçeyên bakurê Iraqê li pey êrîşên asimanî û bejahî yên artêşa Tirkiyê ketine rewşeke pirr dijwar û neçar mane ku terka mal û warê xwe bikin.

Wî destnîşan kir: Artêşa Tirkiyê vê dawiyê heşt baregehên nû jibo xwe li Herêma Kurdistanê ava kirine.

Herûrî got: Di operasiyonên dawî da 17 gund li navçeya Derkarê, 14 gund li Batîfayê û heft gund li Kanî Masiyê hatine valakirin û şêniyên wan daxwaza qerebûyê kirine.