Hevdîtina serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wezîrê elektrîkê yê Iraqê li Hewlêrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i325793-hevdîtina_serokê_hikûmeta_herêma_kurdistanê_û_wezîrê_elektrîkê_yê_iraqê_li_hewlêrê
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wezîrê Elektrîka Iraqê di civîna xwe ya li Hewlêrê erbarê rewşa Elektrîkê li Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 22, 2021 11:48 Asia/Tehran
  • Hevdîtina serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wezîrê elektrîkê yê Iraqê li Hewlêrê

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wezîrê Elektrîka Iraqê di civîna xwe ya li Hewlêrê erbarê rewşa Elektrîkê li Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Îro22.04.2021ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê bi Wezîrê Elektrîkê yê Hikûmeta Federal a Iraqê Macid Hentuş re civiya û pê re derbarê rewşa elektrîkê li Iraqê û herêma Kurdistanê û pêşxistina hemahengiyê di navbera herdu aliyan de, herwaha hewldan bo başkirina şiyana berhemanîna rawestekên elektrîkê gotûbêj kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûn nîşan da bo alîkarîkirina wezareta elektrîka Iraqê û torên elektrîka niştimanî, ji bo encamdana projeyên hevbeş û li ser vê yekê desnîşan kir ku Iraq xwedî dewlemendiyekî madî û mirovî ya mezin e ku eger baş jê sûd wergirtin, dê bandora wê ya erênî li ser baştirkirina jiyana hemwelatiyan bi giştî hebe û bi taybetî rewşa elektrîk jî dikare bê baştir kirin.