Sibat 16, 2021 10:47 Asia/Tehran
  • Rayedarê pentagonê: 5 amerîkî di êrîşa ser Hewlêrê da birîndar bûn

Berpirsekî Pentagonê hejmara amerîkiyên birîndar di operasiyona roketî dijî baregeha vî welatî li Hewlêra Herêma Kurdistanê 5 kes da zanîn û got ku peymankarekî amerîkî jî di vê êrîşê da hat kuştin.

Li gorî nivîsîna malpera Dîfnês1, Rayedarekî Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) berbanga Sêlşemiyê di halekî da hejmara welatiyên amerîkî yên birîndarbûyî di operasiyona dijî baregeha vî welatî li Hewlêrê 5 kes da zanîn ku pêştir Berdevkê hêzên hevpeyman li Iraqê ragihandibû ku tenê amerîkiyek di êrîşa li ser Hewlêrê da birîndar bûye.

Vî rayedarî ku nexwest navê wî were ragihandin, got: Ji amerîkiyên birîndarbûyî 4 kes peymankarên ne-leşkerî û kesek jî ji hêzên çekdar bû.

Koma iraqî ya nûdamezirandî ya Seraya Ewliya ul-Demê bi ragihandina vêya ku dagirkerên amerîkî dê li tu cihekî Iraqê ewleh nebin, berpirsiyariya êrîşa li ser Hewlêrê girte ustiyê xwe.

Karwan û baregehên leşkerî yên Amerîkayê di mehên dawî da bi caran ketine ber êrîşê.