Rêveberên Deriyê Perwêzxan û Gumirka Germiyanê hatin binçavkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i323487-rêveberên_deriyê_perwêzxan_û_gumirka_germiyanê_hatin_binçavkirin
Di rojên borî de li Herêma Kurdistanê Dadgeha bajaroka Quretu ya Germiyanê, biryara binçavkirina Rêveberê Deriyê Sinorî yê Perwêzxan û Berpirsê Gumirka Germiyanê dabû. Îro her du berpirs hatin binçavkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 24, 2021 16:22 Asia/Tehran
  • Rêveberên Deriyê Perwêzxan û Gumirka Germiyanê hatin binçavkirin

Di rojên borî de li Herêma Kurdistanê Dadgeha bajaroka Quretu ya Germiyanê, biryara binçavkirina Rêveberê Deriyê Sinorî yê Perwêzxan û Berpirsê Gumirka Germiyanê dabû. Îro her du berpirs hatin binçavkirin.

Li ser biryara Dadgeha Quretu, Rêveberê Deriyê Sinorê ya Perwêzxan Elî Tofîq û Rêveberê Gumirka Germiyanê Hisên Ehmed hatin binçavkirin.

Li gorî zanyariyan, her du rêveberan îro ji ber giliyek ku ji berê de li ser wan hatibû tomarkirin, li dadgeha Quretu îfadeya xwe dane. Dadwer piştî îfade girtinê, biryara binçavkirina her du rêveberan daye û niha di girtîgehê de ne.