Artêşa Tirkiyê ji nav xaka Herêma Kurdistanê gundên Amêdiyê topbaran kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i322402-artêşa_tirkiyê_ji_nav_xaka_herêma_kurdistanê_gundên_amêdiyê_topbaran_kir
Balafirên şer yên dewleta Tirkiyê gundên Amêdiyê bi dijwarî bombebaran kir. Hemwextî balafiran artêşa Tirkiyê ji nav baregehên xwe yên di nava Herêma Kurdistanê de jî heman herêm topbaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 18, 2020 18:42 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê ji nav xaka Herêma Kurdistanê gundên Amêdiyê topbaran kir

Balafirên şer yên dewleta Tirkiyê gundên Amêdiyê bi dijwarî bombebaran kir. Hemwextî balafiran artêşa Tirkiyê ji nav baregehên xwe yên di nava Herêma Kurdistanê de jî heman herêm topbaran kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin balafirên şer ên dewleta Tirkiyê herêma Nihêl û çiyayê Metîn ya dikeve ser parêzgeha Dihokê, bi dijwarî bombebaran kir.

Di heman kêliyan de artêşa Tirkiyê ya dagirker ji nav xaka baregehên xwe yên di nava xaka Herêma  Kurdistanê de, heman herêm topbaran kirin.

Hîn jî nayê zanîn bê ka di encama bombebaran û topbaranê de ziyanek çêbûye yan na.