Balefirên Tirkiyê gundên Şêladizê û Dînartê bombe kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i321073-balefirên_tirkiyê_gundên_Şêladizê_û_dînartê_bombe_kirin
​​​​​​​Balefirên şer ên dewleta Tirkiyê gundên Şêladizê û Dînartê yên bi ser Dihokê ve li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 04, 2020 20:01 Asia/Tehran
  • Balefirên Tirkiyê gundên Şêladizê û Dînartê bombe kirin

​​​​​​​Balefirên şer ên dewleta Tirkiyê gundên Şêladizê û Dînartê yên bi ser Dihokê ve li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.

Li gorî zanyariyên ji herêmê bi dest ketin, di saetên êvarê de balefirên şer ên dewleta Tirkiyê gundê Sîte ya devera Rêkan û gundê Nehlê yê devera Zêbarî bombebaran kirin.

Têkildarî ziyanên canî tu zanyariyek zelal bi dest neket, lê hate gotin di encama bombebaranê de ziyaneke mezin bi jîngeha deverê ketiye.