Li Amêdî rêveberê Asayîşa Serzêrê hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i320259-li_amêdî_rêveberê_asayîşa_serzêrê_hat_kuştin
Duh bi çekê êrîş li Rêveberê Giştî yê Asayîşa Deriyê Sînorê yê Serzêrê Xazî Elîxan hat kirin û di encama wê êrîşê de Xazî Elîxan hat kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 09, 2020 16:52 Asia/Tehran
  • Li Amêdî rêveberê Asayîşa Serzêrê hat kuştin

Duh bi çekê êrîş li Rêveberê Giştî yê Asayîşa Deriyê Sînorê yê Serzêrê Xazî Elîxan hat kirin û di encama wê êrîşê de Xazî Elîxan hat kuştin.

Berpirsek di Rêveveberê Deriyê Sînorê yê Serzêrê Îrfan Silêman, ji BasNewsê re axivî û ragihand: “îşev(şeva borî) li nava gundê Gelîkê gulle li Rêveberê Asayîşa Deriyê Sînorî yê Serzêrê Xazî Elîxan hat reşandin û ew bi giranî birîndar bû heta ku bo nexweşxaneyê hat şandin li nexweşxanê can da.”

Herwiha Îrfan Silêman aşkere jî kir Xazî Elîxan bi xwe ji gundê Gelîkê ye û heta niha sedema kuştina wî nayê zanîn.