Karzanê iraqê derbarê pîlana Tirkiyê ya dagîrkirina beşeke bakurê Iraqê hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i317623-karzanê_iraqê_derbarê_pîlana_tirkiyê_ya_dagîrkirina_beşeke_bakurê_iraqê_hişyarî_da
Karzanê karên ewlehiy yê Iraqî derbarê projeya Enqerê ya dagîrkirina beşeke axa bakurê vî welatî bi behaneya şerê dijî PKK'ê hişyarî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 11, 2020 13:43 Asia/Tehran
  • Karzanê iraqê derbarê pîlana Tirkiyê ya dagîrkirina beşeke bakurê Iraqê hişyarî da

Karzanê karên ewlehiy yê Iraqî derbarê projeya Enqerê ya dagîrkirina beşeke axa bakurê vî welatî bi behaneya şerê dijî PKK'ê hişyarî da.

Li gorî rapora Fars Newsê, Emîr Ebdulmuem Saidî, Karzanê karên ewlehiy yê Iraqî derbarê êrîşa hêzên Tirkiyê ser hin navçeyên Herêma Kurdistana Iraqê û pêşdahatina wan ber bi

dagîrkirina Mûsil û Kerkûkê hişyarî da û got ku Tirkiye bi behaneya hebûna endamên PKKê li hiun navçeyan êrîşan pêk tîne.

Wî di gotûbêja bi malpera Melûmeyê ra got: Êrîşên berdewam ên hêzên Tirkiyê li ser hin navçeyên Herêmê û parêzgeha Nêynewayê di çarçova koçandina şêniyên van navçeyan û bicihbûna

hêzên Tirkiyê û di dawiyê da jî girêdana van navçeyan bi Tirkiyê va pêk tê.

El Saidî got: Enqere bi mehneya hebûna endamên PKKê êrîşî ser van navçeyan li bakurê Iraqê dike, lê armanca wê, dagîrkirina beşeka van deran di çarçova pîlaneke mezintir e.

Vî karzanê iraqî got: Tirkiye hewil dide ku Mûsil û Kerkûkê dagîr bike û pîlana berê ya Osmaniyan vejîne.