Tîrmeh 03, 2020 10:55 Asia/Tehran
  • Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê: 254 kesên din bi koronayê ketine

Wezareta Tendirustiyê Herêma Kurdistanê êvara duh roja pêncşemê derbarê amarên 24 saetên dawî yên nexweiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û ragihand 254 kesên din bi Koronayê ketine û 10 kes jî bi Koronayê mirine.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê aşkere kir 254 pêketiyên nû yên bi vîrusa Koronayêhatine tomarkirin ku 73 kes li Hewlêrê, 86 kes li Silêmanî, 68 kes li Germiyanê, 23 kes li Raperînê û 4 kes jî li Duhokê ne.

Her li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Herêmê, di 24 saetan de 10 nexweşên din ên Koronayê canê xwe ji dest dane  ku 5 li Silêmanî, 2 li Hewlêrê, 2 li Germiyanê û kesek jî li Raperînê bûye.

Herwiha hatiye belavkirin ku di dawîn 24 saetan de 86 kes piştî wergirtina çareseriya pizîşkî ji Koronayê baş bûne.

heta niha li Herêma Kurdistanê 6 hezar û 657 kes bi Koronayê ketine û 2 hezar û 164 pêketiyên Koronayê baş bûne û 223 nexweşên Koronayê jî mirine.