Şewata li Nalparêz ji duh ve didome
Tîrmeh 03, 2020 07:54 Asia/Tehran
Li sînorê bajaroka Nalparêz a ser bi navçeya Pênciwên ji ber şewata ji duh ve dest pê kiriye, heta niha 7 hezar donim pûş û pawan û dar şewitîne.
Ji duh ve li gundên Yasamal, Kanî Spîke, Teratewen ên girêdayî bajaroka Nalparêz a ser bi navçeya Pênciwên a parêzgeha Silêmanî li Herêma Kurdistanê şewata li eraziyê derketiye didome.
Rêveberê Şaredariya Nalparêz Hêmin Îbrahîm ê têkildarî mijarê ji Rojnews re axivî got, “Ji ber erazî asê ye û mayîn lê hene, em nikarin agir kontrol bikin. Heta niha 7 hezar donim, pûş û pawan û dar şewitîne.”