Hezîran 30, 2020 22:07 Asia/Tehran
  • Hewlêr- 112 berketiyên Koronayê baş bûne

Rêveberuya Tendirustiya Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û aşkere kir 112 berketiyên din ê nexweşiya vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê baş bûne.

Îro roja sêşemê 30.06.2020an Rêveber Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed derbarê amarên başbûna nexweşên vîrusa Koronayê daxuyaniyek belav kir û tê de aşkere kir piştî wergirtina tedawiya vîrusa Koronayê 112 nexweş li parêzgeha Hewlêrê baş bûne.

Herwiha Dr. Dilovan Mihemed da zanîn jî heta niha 828 nexweşên Koronayê li Hewlêrê  baş bûne.

Di dawiya daxuyaniyê jî de Mihemed spasiya xelkê Hewlêrê kiriye bo ku pabendî tedbîrên tendirustiyê dibin.