May 31, 2020 09:11 Asia/Tehran
  • Balafirên Tirkiyê li Behdînanê bav û kurek kuştin

Balafirên artêşa Tirkiyê, li herêma Behdînanê ya Kurdistana Iraqê dîsa sivîl kuştin. Di encama bombebarana balafirên dewleta Tirkiyê de, bav bi kurê xwe ve hatin kuştin.

Êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê dewam dikin. Dewleta Tirkiyê dîşa li Herêma Kurdistanê xelkê sivîl kir hedef û kuştin .

Balafirên şer duh di saet 10:00’an de nêzî çiyayê Kurejehro ya ser bi navçeya Şêladiz ya ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kirin. Di encama bombebarana balafirên artêşa Tirkiyê de, bav û kurek bi navên Celal Nuredîn Mihyedîn û kurê wî Ehmed Celal yên niştecihê bajarokê Dêrelokê yê ser bi Dihokê hatin kuştin.