Tirkiyê gundekî parêzgeha Hewlêrê bombebaran kir
Artêşa Tirkiê cardinê dest bi bombebarana navçên mirovtêde yên Herêma Kurdistanê kir û yek ji gundên parêzgeha Hewlêrê da ber bombeyan.
Li gorî rapora Kurdpressê, Bombebaran û êrişên hewayî û topxaneyî yên artêşa Tirkiyê ser navçên Herêma Kurdistanê didomin û malpera Roj News`ê, raghand ku cara dawiyê gundê Daylanê ser bi navçeya Biradostê li parêzgeha Hewlêrê bi tundî ji hêla helîkoptereke atêşa Tirkiyê va hatiye bombebaran kirin.
Li gorî vê nûçeyê, Ev êria şeva buhurî cih hatiye û heta sietekê jî dom kiriye û gelek xisarên aborî li avahî û zewî-zarên xelkê xistiye.
Eva di halekî de ye ku xelkê sivîl ên herêmê di vî gundî de bûne û heftiya buhurî jî êrişa hewayî ya artêşa Tirkiyê ser Daylanê bûye sedem ku zarokekî 12 salî jî birîndar bibe.
Xelkê gund dibêjin ku mebesta van êrişan ev bûye sebeb ku xelkê terka mal û gundê xwe bidin û eva di demekê de ye heta niha bi sedan gundên Herêmê ji ber êrişên esmanî yên Tirkiyê hatine çolkirin û bi dehan welatiyên sivîl jî canê xwe ji dest dane an birîndar bûne.