Şertê YNK bona piştgiriya ji hikûmeta nû ya Iraqê
Hevserokê Yekitiya Niştimanî ya kurdistana Iraqê şertê partiya xwe bona piştgiriya ji hikûmeta Iraqê raghand
Bafil Talibanî li civîna tev Êstîv Feygen konsûlê giştî yê Emerîkayê li Herêma Kurdistanê ev merca xist rojevê ku li encama hevdîtinekê de alûgurên siyasî û ewlehî û eskerî yên herêm û Iraq û navçê xistin ber behs û nîqaşê û berûlayên wê yên siyasî nirxandin. Li gor vê ragahndinê, Bafil Talibanî şerta YNK dubare kir bona pêşdebirina peywendiyan û xurtkirina hevkariya di gel Emerîkayê li warên curbicur bi curekê ku alkariya berjewendiyên niştimanî yên herêmê bikin.
Wî her wiha li bara pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hevserokê YNK raghand ku em piştgiroyê didine hikûmetekê ku dikare kêşeyan çareser bike û li asta maf û xwesta hemî netewe û opêkhateyan be û taybetmemndiya herêmê jî berçav bigre û bikaribe mafên destûrî yên kurdan cih bîne.