Civîna konseya rêberiyê ya Yekitiya Niştmanî ya Kurdistanê bo bijartina serokatiya konseyê
Endamê konseya rêberiyê ya YNK raghand ku ev konseya, li civnekê serok, alîkar û sekreterê konseya rêberiyê bi dengê endaman hildibêjere.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, Aram Qadir Xebat li gotûbêja bi malpera Xendanê re raghand ku îro Şemiyê Konseya Rêberiyê ya YNK civînek bona bijartina rêberê vê konseyê, alîkarê wî û sekreterê konseyê li dar dixe û kesên navbirî ji riya dengê endamên beşdar li civînê tên bijartin.
Endamê konseya rêberiyê ya YNK got ku her yek ji berbijarên bidestxistina van postana divê dengê du sisyanê endamên beşdar bi dest bixin.
Wî her wiha got ku li vê civînê mijara bijartina hin kesan bo postên din ên partiyê jî tê hilkolandin.
Li kongira çaran a YNK ku li dawîn rojên sala 2019`ana zayînî hat lidarxistin, endamên konseya rêberiyê ya partiyê ji riya dengê endamên hazir li kongira hatiye bijartin û ew jî piştî çend civîna Lahûrê Şêx Cengî û Bafil Talibanî wek hevserokên partiyê bijartin.