Wezareta Pêşmerge rahênanê radiwestîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i313597-wezareta_pêşmerge_rahênanê_radiwestîne
Di çarçova rêkarên xweparastina ji vayrosa Korona, Wezareta Pêşmerge biryar da, proseya rahênankirinê bo demeke kurt rawestîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 27, 2020 13:59 Asia/Tehran
  • Wezareta Pêşmerge rahênanê radiwestîne

Di çarçova rêkarên xweparastina ji vayrosa Korona, Wezareta Pêşmerge biryar da, proseya rahênankirinê bo demeke kurt rawestîne.

Malpera fermî ya Wezareta Pêşmerge aşkere kir: “Wek pêngaveke xweparastinê, îro 27. 02. 2020an Wezareta Pêşmerge biryar da, proseya rahênankirinê li tevahiya binkeyên rahênanê yên ser bi wezaretê ve ji bo demeke kurt rawestîne.”

Cîgirê Serokerkanê bo Rahênan û Operasyan Lîwa Qareman Kemal ragihand: “Bi berçavgirtina rewşa niha ya tenduristiyê ya ne asayî li welatên cîran heye, Wezareta Pêşmerge bi pêwîstî dizane rêkarên rêgirtinê li belavbûna vayrosa Korona û plana xweparastinê bigire berê.”

Wî her wiha  got: “Ji bo wê mebestê, bi hevahengiya bi navenda rahênanê ya Hevpeymaniya Navdewletî li Kurdistanê (KTCC) me biryar da, tevahiya proseyên rahênankirina hêzên Pêşmerge li tevahiya binke û fêrgehên ser bi Wezareta Pêşmerge ve bo hefteyekê rawestînin û piştre û li gor rewşê biryarên nû derdikin.”

Got jî: “Ev biryar ji bo parastina tenduristiya Pêşmerge û rêgirtin û xweparastina ji belavbûna vayrosa Korona ye”.