Mesrûr Barzanî rêkarên xweparstina ji vîrûsa Korona dişopîne
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana nexweşxana Firyadketina Navendî ya Hewlêrê dike û ji nêzîk ve rewşa tenduristî dişopîne.
Mesrûr Barzanî li nexweşxanê ji rojnamevanan re ragihand, ku ew hatine amadekariyên ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatine kirin bibînin û got: Em sipasiya Wezîrê Tenduristiyê dikin ku ligel wê stafa li nexweşxanê ne, nexweşxane bi temamî amade kirine û li hemû parêzgehan jî nexweşxanên amadekirî hene, ji bo her haletek hebû, bi baştirîn awa xizmet bikin”.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha ragihand, çendîn civîn hatin kirin ji bo rûbirûbûna vê babetê bikin û em hêvîdar in di demeke nêzîk de çareserî ji wê nexweşiyê re bê dîtin.
Mesrûr Barzanî daxwaz ji xelkê kir xwe biparêzin û got: Daxwaz ji hemû welatiyan dikim, rênimayên Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Navxwe û aliyên pêwendîdar bicih bikin.
Mesrûr Barzanî ragihand heta niha ti haleteke tûşbûyê vîrûsa Korona li Kurdistanê nîne, lê li welatên derdorê û Iraqê hatine tomarkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn, amadekariyên ku li Herêma Kurdistanê hene di pêşiya piraniya welatên navçeyê ne û ev yek jî cihê destxweşiyê ye.
Mesrûr Barzanî herwiha got: Daxwaz ji welatiyan dikim hevkariyê bi tîma bijîşkî re bikin û xwe biparêzin.
Wezareta Tenduristiyê li nexweşxana Firyadketina Navendî ya Hewlêrê amadekariyên pêşwext bo tûşbûyên bi vayrosa Korona û odeyên taybet danîne. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr serdana wê nexweşxaneyê kir û ji nêzîk ve rewşa amadekariyê şopand.