Desteya gotûbêjker a Herêma Kurdistanê li Bexdayê dê bi Elawî ra bicive
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ragihand ku Desteya gotûbêjker a Herêma Kurdistanê jibo beşdariya di gotûbêjên damezirandina dewleta nû ya Iraqê, dê bi serokwezîrê rasipartî jibo damezirandina dewletê ra hevdîtin bike.
Faris Îsa, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê di gotûbêja bi malpera Xendanê ra ragihan ku Desteya gotûbêjker a Herêma Kurdistanê ku jibo beşdariya di Gotûbêjên damezirandina dewleta nû ya Iraqê da pêştir çûbû Bexdayê, îro Sêşemê careke din jibo dewama gotûbêjan vedigere Bexdayê.
Wî her wiha got ku ev deste biryar e ku li Bexdayê digel Mihemed Tewfîq Elawî serokwezîrê rassipartî jibo damezirandina dewleta Iraqê hevdîtin pêk bîne û helwêsta giştî ya Herêma Kurdistanê derbarê damezirandina kabîneya dewletê ragihîne wî.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê her wiha got ku Desteya gotûbêjker a Herêma Kurdistanê wê digel hejmareka partiyên iraqî jî jibo gotûbêjên damezirandina dewleta nû ya Iraqê hevdîtin bike.