Desteyeka payebilind a Wezareta Pêşmerge dê seredana Bexdayê bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i313495-desteyeka_payebilind_a_wezareta_pêşmerge_dê_seredana_bexdayê_bike
Desteyeka payebilind a Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê dê seredana Bexdayê bike û digel Wezîrê bergiriyê yê Iraqê bicive
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 24, 2020 04:48 Asia/Tehran
  • Desteyeka payebilind a Wezareta Pêşmerge dê seredana Bexdayê bike

Desteyeka payebilind a Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê dê seredana Bexdayê bike û digel Wezîrê bergiriyê yê Iraqê bicive

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta pêşmerge, biryar e îro Duşemiyê Desteyeka payebilind a Wezareta Pêşmerge bi serokatiya Şoreş Ismaîl Wezîrê Pêşmerge seredana Bexdayê bike.

Li gorî daxuyaniyê, Wezîrê Pêşmerge li seredana xwe ya bo Bexdayê dê digel wezîrê bergiriyê yê hikûmeta federal û berpirsên bilind ên wê wezretxaneyê bicive.

Li gorî lêzanînên Xendanê, armanca seredanan Desteyeka payebilind a Wezareta Pêşmerge gotûbêja li ser maf û hêjatiyên hêzên Pêşmerge û zêdekirina hevahengiya navbera du aliyan jibo tijîkirina valahiya ewlehiyê li navçeyên nakokî li ser hene ye.

Wê çavkaniyê ragihandiye ku dê yek ji mijarên sereke yên gotûbêjê pêkanîna hêzên hevpar jibo wan navçeyan e ku tevgerên têrorîstan têde hene.