Naveroka civîna desteya serokatiya YNKê
Sibat 24, 2020 04:33 Asia/Tehran
Civîna desteya serokatiya YNKê jibo gotûbêja li ser bernameya partiyê bi serkirdayetiya Bafil Talibanî bi dawî hat û naveroka wê aşkira bû.
Di vî warî da Mistefa Çavreş endamê desteya serokatiya YNKê ji medyayên partioya xwe ra got ku di civînê da bernameya partiyê bi dengê pirranî hat pesendkirin.
Wî ragihand ku di civînê da rapora Kosret Resûl Elî serokê encumena bilind a siyasî û berjewendiya YNKê derbarê kongreya çarem pesend kir.
Wî her wiha amaje pê kir ku sibe Bafil Talibanî hevserokê YNKê wek serokê şandeke bilind seredana Hewlêrê dike jibo beşdariya di civîneke aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê.