Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê bicihkirina yasaya çaksaziyê de da
Îro Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civîna xwe lidar xist.
Di civînê de Serokê Dîwana Çavdêriya Darayîyê û Serokê Desteya Destpakiyê û Serokê Dxwazkariya Giştî amade bûn, Serokwezîr amaje bi girîngiya bicihkirina yasaya çaksaziyê ya hejmar (2) ya sala 2020an kir û got: Encamdana çaksaziyê daxwaza welatiyên Herêma Kurdistanê û hemû aliyan e, ji ber vê yekê daxwazê ji hemû aliyên siyasî û pêwendîdar dikin, ku bê muzayede piştevaniyê li bicihkirina yasaya çaksaziyê bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir, ku proseya çaksaziyê berdewam dibe û hemû waran jî lixwe digire. Wî herwiha got: Di çarçoveya proseya çaksaziya darayî û îdarî de, kar li ser rêkxistina derhatên Herêma Kurdistanê, bi taybet derhata petrol û gazê dikin, ku dixwazin zelal û aşkere be, ku ev yek jî beşek e ji karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Di civînê de, Desteya Wezîran hemû wezîr raspardin ku di dema yazdeh rojan de pêşniyazên xwe ji bo reşnivîsa rêbaza hêsankarya bicihkirina yasaya çaksaziyê amade bikin û raberî Encûmena Wezîran bikin, ji bo ku di zûtirîn demê de ware cihanînê.
Herwiha di wê civînê de, biryar hat dayîn ku komîteyeke bilind bi serokatiya Serokê Encûmena Wezîran û endametiya Cîgirê Serokwezîr û wezîrên pêwendîdar pêk bê, ji bo çavdêrîyê ser rênimayên bicihkirina yasaya çaksaziyê li Herêma Kurdistanê bikin.