Cebbar Yaver: Amerîka her meh miaşê 36 hezar hêzên Pêşmerge dide
Sêkrêtêrê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê amajeyî dewama dabînkirina miaşê pişkeke hêzên Pêşmerge ji hêla Amerîkayê ve dike û dibêje: Amerîka her meh miaşê 36 hezar hêzên Pêşmerge dide.
Cebbar Yaver Sêkrêtêrê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand ku Amerîkayê û welatên hevpeyman di warê şandina rawêjkarên leşkerî, şandina çek û rextan û fêrkirina hêzên Pêşmerge de gellek alîkarîya hêzên Pêşmerge kirine lê alîkarîyên Amerîkayê ji yên hemîyan zêdetir bûn û herwiha Amerîka her meh miaşê 36 hezar hêzên Pêşmerge dide ji ber rola wan di şerê dijî DAIŞ`ê de.
Sêkrêtêrê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê derbarê hewlên yekxistina hêzên Pêşmerge da jî got: Planeke 36 xalî jibo yekxistina hêzên Pêşmerge bi alîkarîya rawêjkarên amerîkî, almanî, ingilîsî û holendî heye û biryar e ku ew yekxistina bibe biryara fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pişkeke qanûna çaksazîyan.
Cebbar Yaver herwiha amajeyî vê yekê kir ku civînên berdewam di navbera rayedarên Wezareta Pêşmerge û Çiqên 70 û 80 yên hêzên Pêşmerge da hene ta ku mêkanîzmeke guncav jibo yekxistina wan di warên kargêrî, darayî û fermandetîyê de were peydakirinê.