Kosret Resûl daxwaza ragirtina civîna Civata Serokatiya YNKê dike û hişyariyê dide
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i313115-kosret_resûl_daxwaza_ragirtina_civîna_civata_serokatiya_ynkê_dike_û_hişyariyê_dide
Serokê Civata Bilind a Siyasî û Berjewendîyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl daxwaza ragirtina civîna Civata Serokatiya YNKê dike û hişyariyê dide.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 12, 2020 05:26 Asia/Tehran
  • Kosret Resûl daxwaza ragirtina civîna Civata Serokatiya YNKê dike û hişyariyê dide

Serokê Civata Bilind a Siyasî û Berjewendîyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl daxwaza ragirtina civîna Civata Serokatiya YNKê dike û hişyariyê dide.

Serokê Civata Bilind a Siyasî û Berjewendîyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl di nameyekê de bo Civata Serokatiya YNKê daxwaza ragirtina civîna wê civatê dike û hişyariyê dide.

Di wê nameyê de hate gotin: “Agahdarkirina we ji bo me girîng e ku Civata Bilind a Siyasî û Berjewendîyên YNKê berpirsyarê parastin û cîbicîkirina biryarên kongrê û rêziknama navxweyî ye. Piştî civîna encûmena serokatiyê û pesendkirina biryarên hestiyar îro encûmena bilind weke erka xwe civîneke neasayî bi serokatiya Kosret Resûl enmca da û liser biryara ragirtina civîna Civata Serokatiya YNKê gotûbêj kir.”

Kosret Resûl di nameyê de dibêje: “YNK ketiye rewşekê de ku pêwîst e serferberî were kirin. Pêwîst e civîna taybet û berpirsyane bo gotûbêjên çareserkirina pirsgirêkan û pêdeçûna ciyawaziyan bikin û piştî vê civîn û lêtêgihîştinê biryara civîna encûmena serokatiyê berdewam be. Daxwaza min ji hemû aliyan ew e hemû egeran berçav bigirin û rewşa bê baştirkirin.”

Li gorî agahîyan, Kosret Resûl danîna hevserokatiyê bo YNKê red kiriye û Civata Serokatiya YNKê bi piraniya dengê 70 endaman ev daxwaza Kosret Resûl red kiriye.