Bafel Talebanî û Lahûr Şêxcengî wek hevserokên YNKê hatin hilbijartinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i313096-bafel_talebanî_û_lahûr_Şêxcengî_wek_hevserokên_ynkê_hatin_hilbijartinê
Piştî ku di rêziknama navxwe ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de sîstema hevserokatiyê hatibû pesendkirin, îro Bafel Talebanî û Lahûr Şêxcengî wek Hevserokên YNKê hatin diyarkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 11, 2020 14:13 Asia/Tehran
  • Bafel Talebanî û Lahûr Şêxcengî wek hevserokên YNKê hatin hilbijartinê

Piştî ku di rêziknama navxwe ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de sîstema hevserokatiyê hatibû pesendkirin, îro Bafel Talebanî û Lahûr Şêxcengî wek Hevserokên YNKê hatin diyarkirin.

Ligorî rapora mêdyayên Herêma Kurdistanê, îro Sêşemî 11ê Sibata 2020 Civata Serkirdatiya YNKê bi piraniya dengan Bafel Talebanî û Lahûr Şêxcengî wek Hevserokên YNKê diyar kirin.

Ji bo pesendkirina peyrewa navxwe ya YNKê ku ji 77 bendan pêk tê, ew çend roj in ku civînên Encûmena Serkirdatiya YNKê berdewam in.

Di civîna xwe ya roja Şemiyê 8ê Sibatê de, Encûmena Serkirdatiya YNKê biryar dabû ku sîstema birêvebirina YNKê bibe hevserokatî.

Piraniya endamên Encûmena Serkirdatiya YNKê ser sîstema hevserokatiyê razî ne, lê hin serkirdeyên wê partiyê nerazî ne, ku Mehmûd Sengawî yek ji wan e.

Mehmûd Sengawî roja Yekşemê 9ê Sibatê gotibû, sîstema hevserokatiyê ji bo YNKê û ji bo partiyekê ku di desthilatê de ye, guncaw nîne, lewma ew wê sîstemê ji bo rêvebirina partiya xwe red dike.

Sengawî dîyar kir: “Eger niha YNK di xebata çiya (çekdarî) de ba, ti pirsgirêka wê corê sîstemê nebû, lê ji bo partiyeke beşdar di desthilatê de, ssîtema hevseroktî baş nîne.”