Wezîrê Karên Derve yê Iraqê gihîşte Silêmaniyê
Sibat 11, 2020 12:54 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê piştî gotûbêja bi Serokê Herêma Kurdistanê re li Hewlêrê, derbasî bajarê Silêmaniyê bû.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Malpera fermî ya YNK'ê ragihand ku Mihemed Elî Hekîm, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê ku seredana Herêma Kurdistanê kirîye, îro Sêşemiyê, 11ê Sibatê derbasî bajarê Silêmaniyê bû.
Li gorî vê nûçeyê, ew biryar e ku di seredana vî bajarî da ofîsa Wezareta karên derve ya Iraqê li Silêmaniyê jibo pêkanîna karên welatiyên vê parêzgehê veke.
Mihemed Elî Hekîm şeva bihurî û li Hewlêrê bi Nêçîrvan Barzanî serokê Herêmê ra hevdîtin pêk anî û derbarê rewşa Iraqê, xwenîşandan, damezirandina dewleta nû û pêwîstiya vegerandina tenahiyê bo vî welatî pêre axivî.