Vegerandina termên 172 kurdên gorriyê jînosayda Enfalê bo Herêma Kurdistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i313042-vegerandina_termên_172_kurdên_gorriyê_jînosayda_enfalê_bo_herêma_kurdistanê
Berpirsê hilkolandina karûbarên gorên komî li Wezareta şehîdan û Enfalbûyiyên Herêma Kurdistanê raghand ku bi kutabûna ceribandin û karûbarên îdarî, paşmayiyên termên 172 kurdên goriyê jînosayda Enfalê bo herêmê tên zivrandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 09, 2020 14:40 Asia/Tehran
  • Vegerandina termên 172 kurdên gorriyê jînosayda Enfalê bo Herêma Kurdistanê

Berpirsê hilkolandina karûbarên gorên komî li Wezareta şehîdan û Enfalbûyiyên Herêma Kurdistanê raghand ku bi kutabûna ceribandin û karûbarên îdarî, paşmayiyên termên 172 kurdên goriyê jînosayda Enfalê bo herêmê tên zivrandin.

 Li meha Adara sala 2019`an û hevgavê salvegera  Enfalê, Ehmed Menfî Cûde, waliyê Musenayê li başûrê Iraqê û hevsînorê Erebistanê li daxûyaniyekê raghand ku li çolên hişk ên bajarê Semawê navenda vê parêzgehê, çend  gornên komî yên serdema Rejîma Besa Sedam hatine dîtin ku paşmayiyên  meytên wê vedigere sala 1988`an a zayînî û 31 salan berî niha û yên van kuradn e ku li jînosayda Enfalê ji aliyê Rejîma Besa Sedam hatine sirgûnkirin bo vê navçê û hatine qirrkirin. 

 Piştî çend mehan karê vekolandina van gornna destpê bûye û paşmayiyên termên 172 kes ji wan 74 zarokan ji van gorana hatien derxistin û radestî pizîkiya qanûnî ya Bexdayê bûn. 

Sîrwan Celal berpirsê hilkoalndina karûbarên gornên komî li Wezareta şehîdan û enfalbûyiyên Herêam kurdistanê li vê abrê li gotûbêja bi malpera fermî ya  PDK got ku karûbarên  qanûnî û ceribandinên  pêdivî ser van terman dawî bûye û li rojên tê paşmayiyên  van meytan hat guhestin bo Herêma Kurdistanê û li merasimeke fermî  li navça Çemçemalê tên derfinkirin. 

Wî her wiha got ger berbendên qanûnî  pêk neyên li 14 Nîsanê û salvegera destpêbûna jînosayda Enfalê, merasima vegerandin û definkirina  van terman cih tê.