Pêşmergeyên Herêmê li Germiyan operasyonek li dijî DAIŞê pêk anî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i313034-pêşmergeyên_herêmê_li_germiyan_operasyonek_li_dijî_daiŞê_pêk_anî
Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê îro sibê li sînorê Germiyan operasyonek li dijî çekdarên DAIŞ`ê pêk anîn û di encamê de pêşmergeyek birîndar bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 09, 2020 12:45 Asia/Tehran
  • Pêşmergeyên Herêmê li Germiyan operasyonek li dijî DAIŞê pêk anî

Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê îro sibê li sînorê Germiyan operasyonek li dijî çekdarên DAIŞ`ê pêk anîn û di encamê de pêşmergeyek birîndar bû.

Cîgirê Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Germiyan Qareman Kemal  diyar kir ku îro Yekşemê 9ê Sibatê li herêma Germiyan û derdora wê  operasyoneke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê pêk anîn û got: “Operasyon li ser daxwaza xelkê navçeyê bûye.”

Qareman Kemal da zanîn ku Hêzên Pêşmerge di wê operasyonê de rûbirûyê çekdarên DAIŞê bûne, lê çekdarên DAIŞê reviyane û navçe bicih hiştîne.

Herwiha Qareman Kemal diyar kir ku bombeyeke pêştir hatibû vedan teqiya û di encama wê teqînê de pêşmergeyek ser bi yekîneyên 70mîn ve birîndar bûye, lê metirsî li ser nîne.

Cîgirê Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Germiyan amaje bi wê yekê kir ku liv û tevgera çekdarên DAIŞê li navçeyê zêdir bûne û ew operasyon li ser daxwaza xelkê herêmê hate encamdan.

Ev operasyona Pêşmerge di demekê de ye ku tevgera DAIŞê li deverên  Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanî zêde bûne.