Elawî serdana Herêma Kurdistanê dike
Sibat 09, 2020 07:53 Asia/Tehran
Hat diyarkirin ku serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Tofîq Elawî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya vî welatî wê serdana Herêma Kurdistana Iraqê bike û bi aliyên siyasî re bicive.
Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Bexda Faris Îsa di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir ku Mihemed Tofîq Elawî yê ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê hatiye erkdarkirin hevdîtinên xwe yên bi aliyên siyasî re daye destpêkirin û tê payîn li gel aliyên Kurd, Şîe, Sunnî û kolanan(xwenîşanderan) jî kom bibe.
Îsa her wiha da zanîn ku biryar e di du hefteyên pêşiya me de Elawî ji bo gotbêjan serdana Herêma Kurdistanê bike.