1200 mişextiyên din ên Kurdên Sûrî derbasî Herêma Kurdistanê bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i313009-1200_mişextiyên_din_ên_kurdên_sûrî_derbasî_herêma_kurdistanê_bûn
Li pey dewama qeyranê li navçeyên kurdtêde yên bakurê Sûriyê, 1200 kesên din ji awareyên Kurdên van deveran berê xwe dan Herêmam Kurdistanê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 08, 2020 14:55 Asia/Tehran
  • 1200 mişextiyên din ên Kurdên Sûrî derbasî Herêma Kurdistanê bûn

Li pey dewama qeyranê li navçeyên kurdtêde yên bakurê Sûriyê, 1200 kesên din ji awareyên Kurdên van deveran berê xwe dan Herêmam Kurdistanê.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Kurdistan 24ê, Pêvajoya hatina awareyên Kurd ên Sûrî ji navçeyên Kurdnişîn ên Sûriyê bo Herêma Kurdistanê ku piştî destdirêjiya leşkerî ya Tirkiyê ser van deveran dest pê bû, hîn didome û di Çileya 2020an da 253 malbatên din derbasî Herêma Kurdistanê bûne.

Li gorî vê nûçeyê, ev aware ku hejmara wan 1200 kes e, ji aliyê rêxistinên mirovdostane yên derveyî û navxweyî yên Herêma Kurdistanê va hatine piştgirîkirin û hewcetiyên wan ji aliyê van rêxistinan va hatiye dabînkirin û li kampa awareyan a Berdereşê li parêzgeha Dihokê hatine bicîkirin.

Pêştir Rêveberiya Qeyranê li Herêma Kurdistanê ragihand ku heta niha zêde ji 18 hezar awareyên kurd ên Sûrî derbasî Herêma Kurdistanê bûne û li kampên awareyan bi cî bûne.