Hevpeymaniya cîhanî hînkirina leşkerî ya hêzên Pêşmerge da rawestandin
Serokê Erkantiya Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê ragihand ku Hevpeymaniya cîhanî ya dijî DAIŞê hînkirina leşkerî ya hêzên Pêşmerge bi awayê demkî daye rawestandin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Cemal Îmînkî, Serokê Erkantiya Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê di hevpeyivîna digel malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê ragihand ku di dema niha da pêvajoya hînkirina hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê ji aliyê welatên endamê Hevpeymaniya cîhanî ya dijî DAIŞê hatiye rawestandin.
Serokê Erkantiya Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê her wiha ragihand ku rawestandina hînkirina leşkerî bo hêzên Pêşmerge biryareka demkî ye û di pêşerojê da careka din ev pêvajo dê dest pê bibe, lê hîn dema destpêkirina dubare ya wê diyar nîne û girêdayî bi biryara fermandarên hevpeymaniyê ye.
Wî ragihand ku liv û tevgerên DAIŞê li Iraqê hîn didomin û ji ber vê yekê hêzên Pêşmerge di çarçova stratejiya xwe ya bingehîn di rewşa amadetiya tam jibo sekinîna li hemberî êrîşên DAIŞê da ne.