Peyama sersaxiyê ya Nîçîrvan Barzanî bo rêberê giranqedrê Inqilabê
Çile 06, 2020 16:58 Asia/Tehran
Serokê Herêma Kurdistan Iraqê bi şandin nameyekê bi boneya şehadeta Serdar sulêymanî sersaxî da rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî.
Naveroka vê peyamê eva ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Înna Lîllah û Înna Îleyhê Raciûn
Rêberê giranqedr ê Komara Îslamî ya Îranê, hezretê ayetullah Xamineyî
Silav û rêz
Bûyera jidestdayîna serdar Hecî Qasim Sulêymanî xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê xemgîn û dilgiran kir. Ew li bereya şerê li hember dîktatoriyê piştgir û hevçeperê me li dijî Koma terorîstî ya DAIŞ`ê bûye ku bi caran hemî rayedarên Iraqê û Herêmê qedrzanê zehmetî û fîdakariya wî bûne. Ez ji aliyê xwe û gelê Herêma Kurdistanê vesersaxiyê dibêjim te û malbata wî û hêvî dikim Xwedê Telaya biheştê bike nisîbê wî.