Daxûyaniya serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê li bara şehadeta Serdar Qasim Sulêymanî
Li daxûyaniye Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê pêgirî ser rola sereke ya Şehîd Serdar Sulêymanî û şehîd Ebûmihendês li şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê hatîye kirin.
Li gor rapora medyayên Herêma Kurdistana Iraqê, piştî şehîdbûna General Qasim Silêmanî Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba islamî û Ebûmehdî Muhendis Cîgirê Fermandeyê Heşdi Şeibîya Iraqê û hejmarek hevrêyên wan bi destê hêzên amerîkî li Bexdayê, Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê di daxûyanîyekê de ragihand ku ji ber rewşa nav Iraqê bû ku serdar Sulêymanî û Ebûmihendis şehîd bûn.
Li vê daxûyaniyê destnîşan bûye ku General Qasim Silêmanî Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba islamî û Ebûmehdî Muhendis Cîgirê Fermandeyê Heşdi Şeibîya Iraqê rolekî berbiçav û sereke li şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê hebûne.
Li vê daxûyaniyê herwisa îdia bûye ku rûdawên vê dûmahîkê li Kerkûk, Qaim û hemberî baylozxaneya Amerîkayê li Bexdayê nîşanek ji aloztirbûna rewşa Iraqê ye.
Pentagonê roja Înîyê ragihand ku Serdar şehîd Qasim Silêmanî ligorî fermana Serokomarê Amerîkayê li Balafirgeha Bexdayê têror kirîye.