Merasima şîndariya ji bo serdar Silêymanî dê li Silêmaniyê birê keve
Çile 04, 2020 14:01 Asia/Tehran
Serkonsûlê Komara islamî ya Îranê li Silêymaniyê ragihand ku rêûresma şîndariya ji bo serdar Solymanî li vî bajarî dê birê keve .
Li gor rapora medyayên Herêma Kurdistana Iraqê, Mehdî Şûşterî serkonsûlê Komara islamî ya Îranê li Silêymaniyê ragihand ku rêûresma şîndariya jibo şehîd Qasim Silêymanî dê sibe yekşemê saet 2 paşnîvro hetanî 4 paşnîvro li Konsûlxaneya Îranê li bajarê Silêymaniyê dê birê keve.
Serdar Sipehbud Qasim Silêmanî Fermandey Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba islamî û Ebûmehdî Muhendis Cîgirê Fermandeyê Hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê û çend kesên din roja Înîyê di encama êrişa hewayî ya hêzên têrorîst ên amerîkî ser balafirgeha Bexdayê de şehîd bûn.