Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê: Hewlêr û Bexda nêzîkî rêkeftina dawiyê bûne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i310576-nûnerê_hikûmeta_kurdistanê_li_bexdayê_hewlêr_û_bexda_nêzîkî_rêkeftina_dawiyê_bûne
Berpirsekî hikûmeta Kurdistana Iraqê ragihand, Hewlêr û Bexda li ser mijarên neft û bûdceya Kurdistanê nêzîkî rêkeftina dawiyê bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 24, 2019 09:28 Asia/Tehran
  • Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê: Hewlêr û Bexda nêzîkî rêkeftina dawiyê bûne

Berpirsekî hikûmeta Kurdistana Iraqê ragihand, Hewlêr û Bexda li ser mijarên neft û bûdceya Kurdistanê nêzîkî rêkeftina dawiyê bûne.

Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa ji BasNewsê re got, şandeka hikûmeta Kurdistanê duh bi serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re hevdîtin kir. Ew civîn baştirîn civîn bû ku heta niha di navbera her du aliyan de hatiye kirin.

Faris Îsa her wiha got: Di civînê de her du alîyan bi eşkere nêrînên xwe li ser çawaniya çareserkirina pirsgirêkên neft, mûçe û bûdceya Herêma Kurdistanê her wiha bûdceya giştî ya sala 2020 ya Iraqê anîn ziman.  

Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê da zanîn, di civîna duh de mekanîzma radestkirina 250 hezar bermîl petrola Kurdistanê bo Bexdayê hat axaftin û got, encamên hevdîtinê gelekî baş bûn, niha tenê rêkeftina dawiyê maye.

Bi gotina wî berpirsê hikûmeta Herêma Kurdistanê, şanda hikûmeta Kurdistanê roja duşema hefteya bê (2 Kanûnê) jî diçe Bexdayê û beşdarî civîna taybet li ser pirojeqanûna bûdceya sala 2020 ya Iraqê dibe.