Qadir Ezîz: Êrîşa ser kurdên Sûriyê dikare ser Herêma Kurdistanê pêk were
Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Qadir Ezîz serdana nûnertiya Rêveberiya bakura Sûriyê a li bajarê Silêmaniyê kir. Ezîz diyarkir ku êrîşa dewleta Tirkiyê ser hemû gelê Kurd yê azadîxwaze û eva dikare ser Herêma Kurdistanê jî cih were.
Endamê Mekteb Siyasî ya Yekitiya Nîştimana Kurdistan (YNK) Qadir Ezîz ji bo piştgirîdayîna Berxwedana kurdên Sûriyê serdana nûnertiya Rêveberiya bakura Sûriyê a li bajarê Silêmaniyê kir.
Qadir Ezîz daxuyaniyek da çapemeniyê û got; “Êrîşa dewleta Tirkiyê ser kurdên Sûriyê êrîşa ser hemû gelê Kurd e.
Ezîz balkêşa ser çalakiyên nerazîbûnê yên li Başûrê Kurdistanê jî û got; “Xwepêşandanên ku li Herêma Kurdistanê pêktê zextek girîng li ser raya giştî ya cîhanê çêdike û xwedî bandor e. Hizba me amadeye her awayek alîkarî piştgiriya berxwedana kurdên Sûriyê bike.”
Qadir Ezîz herwiha li bersiva pirsa rojnamevan de derheq vê yekê ku Gelo Herêma Kurdistanê li ber talukê ye an na got: Herêm jî beşek ji navçê û guhertinên li wê de ye û rewşa xirab û bi kêşe ya ku navçê ji Sûriye, Libna heya Sûdan û Tirkiye û Iraqê girtiye ber xwe bê şik bandorê li Herêma Kurdistanê jî dike û gefeke li dijî herêmê nerizamendiyên navxwe û yên di kolanan de ye , çûnku çavkaniya nerizamendiyên vê dawiyê yên navçê gendelî û bêdadî ye û Herêm jî tûşî van pirsgirêkan eû muhtemel e nerizamendiyên hanê li Herêmê jî biqewmin.
Wî li bara kurdên Sûriyê ku wek hevpeyman li dijî DAIŞê alîkariya Amerîkayê kir û serê axirê Amerîkayê li ber êrişên Tirkiyê ew bi tenê hêştin got: Kes nikare Amerîkayê bawer bike, ew karê ku Amerîka derheq kurdên Sûriyê kir dikare li bara kurdên din bi taybet yên Iraqê jî cih bîne.