Navendeke çareserkirinê bo xwedî pêwîstiyên taybet li Hewlêrê vedibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i310264-navendeke_çareserkirinê_bo_xwedî_pêwîstiyên_taybet_li_hewlêrê_vedibe
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serokê Xaça Sor a Navdewletî Gilles Carbonnier kir
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 14, 2019 05:52 Asia/Tehran
  • Navendeke çareserkirinê bo xwedî pêwîstiyên taybet li Hewlêrê vedibe

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serokê Xaça Sor a Navdewletî Gilles Carbonnier kir

Di hevdîtinê de, Cîgirê Serokê Xaça Sor a Navdewletî pesnê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, bo hevahengî û hevkariyên wê bi Xaça Sor re, ji bo bicihkirina çalakî û projeyên wê li Herêma Kurdistanê.

Di wê derbarê de, Cîgirê Serokê Xaça Sor a Navdewletî ji Serokê Hikûmetê re got: “Bi taybetî sipasiya cenabê we dikim, ku hûn destekî girîng ê rêxistina me ne û we ji sala 2003an ve, bi berdewamî hevkarî bi Xaça Sor a Navdewletî kiriye.”

Cîgirê Serokê Xaça Sor a Navdewletî herwiha ragihand, bi hevkarî û hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, navendeke çareserkirinê bo alîkariyê bi hewcemendên taybet re bike li Hewlêrê vedikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî spasiya Xaça Sor a Navdewletî kir, bo encamdana çalakiyên mirovî li cîhanê û li Herêma Kurdistanê bi taybetî. Tekezî jî li berdewamiya hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wê rêxistinê re kir