Nêçîrvan Barzanî: Baştirîn rêçare jibo Kurdên Sûrîyê, gotûbêja digel Şamê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i310032-nêçîrvan_barzanî_baştirîn_rêçare_jibo_kurdên_sûrîyê_gotûbêja_digel_Şamê_ye
Serokê Herêma Kurdistanê got ku dema wê hatîye ku hebûna wan li Bexdayê hebûneke ciddî be û dîyar kir: Kêmkirna desthilatên Herêma Kurdistanê di Destûra Bingehîn a Iraqê de dê bibe sedema bêistiqrarîya sîyasî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 06, 2019 05:40 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî: Baştirîn rêçare jibo Kurdên Sûrîyê, gotûbêja digel Şamê ye

Serokê Herêma Kurdistanê got ku dema wê hatîye ku hebûna wan li Bexdayê hebûneke ciddî be û dîyar kir: Kêmkirna desthilatên Herêma Kurdistanê di Destûra Bingehîn a Iraqê de dê bibe sedema bêistiqrarîya sîyasî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di paneleke Enstîtoya MERI li Hewlêrê de amajeyî xwenîşandanên li Iraqê û bandora wan ser Herêma Kurdistanê kir û got: Daxwazên xwenîşanderan rewa ne û em piştgirîyê didin wan. Wî herwiha got: Pirsgirêk di sîstema seranserî ya Iraqê de ye, bi taybet sîstema aborî da, xelk daxwaza jîyaneke baştir dike ku divê zûka ev kêşeya were çareserkirinê û Herêma Kurdistanê jî derveyî wan kêşeyan nîne û hemî sîstema sîyasî ya Iraqê hewcedarê axavtina ser wê ye. Nêçîrvan Barzanî derbarê serrastkirina Destûra Bingehîn a Iraqê de jî got: Kêşeya Destûrê bichneanîna xalên wê ye ne destûr xwe, herwiha her hewildana jibo kêmkirina desthilatên herêma Kurdistanê di Destûrê de yê bbie sedema bêistiqrarîya sîyasî. Serokê Herêma Kurdistanê derbarê rewşa Kurdên Sûrîyê de jî amajeyî peywendîya telefonî ya xwe digel Fermandar HSD Mezlûm Kobanî kir û dîyar kir ku piştî wê peywendîyê min daxwazên xwe raberî Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê Sergey Lavrov kir.