Çûyîna 14 hezar awareyên kurd ên sûrî bo Herêma Kurdistanê
Navenda hevahengiya karûbarên qeyranê li Herêma Kurdistanê li bara çûyîna 14 hezar awareyên kurd ên sûrî bo herêmê agahî da.
Li gorî rapora Kurd Press`ê û ji zarê malpera nûçan a Hawwilatiyê, pêla derbasbûna awareyên kurd ên sûrî bo Herêma Kurdistanê ku piştî êrişa eskerî ya berfireh a Tirkiyê ser Kurdistana Sûriyê û ji 9 Cotmeha 2019`an destpê bû, dewam kiriye û navenda amara hevahengiya karûbarên qeyranê li herêmê raghandiye ku hejmara van awareyan li herêmê heta niha gihêştiye 14 hezar û 343 kesî.
Li gor vê nûçê roja yekşemiyê 4 Mijdarê jî 256 kes ji kurdên Sûriyê bona ku ji êrişên artêşa Tirkiyê derbasî herêmê bûne û li kampa awareyên Giwêlanê li parêzgeha Dihoka Herêma Kurdistanê hatine niştecihkirin.
Kampên awareyên Herêma kurdistanê li sala 2014` an û bona niştecihkirina nêzîkî 2 milyon awareyên cengê yên DAIŞê hatin çêkirin û niha bûne cihê niştecihkirina kurdên aware yên Sûriyê .
Pêştir jî 290 hezar kes ji kurdên Sûriyê piştî destpêbûna şerê navxweyî yên vî welatî derbasî herêmê bûne û niha li kampan de dijîn.