Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya Sinê û Sulêymaniyê kir
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê li peyamekê pîrozbahiya Sinê û Sulêymaniyê kir ji ber vê yekê ku Sine wekî bajarê xulqkar li babeta Mosîqayê û Sulêymaniye jî bajarê xulqkare edebiyatê hatine bijartin.
Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê, Piştî ku UNESCO`yê bajarê Sineyê wekî bajarê xulqkare mosîqayê û Sulêymaniye jî wekî bajarê xulqkare edebiyatê bijart , Niçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê li peyamekê li tora civakî ya xwe ya Inistagiramê , pîrozbahiya Sinê û Sulêymaniyê kir .
Niçîrvan Barzanî ragihand ku ew ji ber viya ku saziya cîhanî ya UNESCO`yê bajarê Sulêymaniyê wekî bajarê dahênerê edebiyatê bijartiye kêyfxweş bûye.
Barzanî ji ber vê rudawê pîrozbahiya edebvan û nivîskarên Sulêymaniyê kir.
Li dewama vê peyama Niçîrvan Barzanî hatiye : Pîrozbahiyê dibêjime hemû hunermendên Sineyê û qedrzaniya wan dikim ji ber xebatên wan yên li babeta mosîqayê.
Pêştir jî serokê parleman û wezîrê çand û hunera herêma kurdistana Iraqê ji ber vê rudawê pîrozbahiya Sineyê û Sulêymaniyê kiribûn.