Mesrûr Barzanî ser pêwîstiya bidawîanîna êrîşa ser bakurê Sûriyê pêgirî kir
Çirî 16, 2019 06:14 Asia/Tehran
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevdîtina bi Alîkarê wezîrê karên derve yê Amerîkayê di warê Rojhilata Nêzik da li ser pêwîstiya bidawîhatina êrîşa leşkerî ser axa Sûriyê pêgirî kir.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê malpera fermî ya Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistanê (Partî), Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja Sêşemiyê li ser rewşa Kurdên Sûriyê bi A ra hevdîtin û gotûbêj kir.
Barzanî di vê hevdîtinê da duilgiraniya xwe ji rewşa navçeyên Kurdnişîn ên Sûriyê û dûhatên vê rewşê ragihand û destnîşan kir ku lazim e herî zûtir êrîşên leşkerî li Sûriye û navçeyê bi dawî bên; Ji ber ku dewama vê rewşê zemneyê jibo desthilatdarbûna dubare ya komên têrorîst dabîn dike.