Vekişîna YNK ji Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê
Bafel Talebanî, serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), gef li berpirsên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xwariye ku ew ê li Silêmaniyê hikûmeteke paralel ava bikin û vegerin serdema sîstema "du-îdareyî" li Hewlêr û Silêmaniyê.
Bafel Celal Talebanî, serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ragihand ku partiya wî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekişiyaye û meşrûiyeta biryarên dawî yên parlamentoya li Hewlêrê red kir. Wî her wiha gefa avakirina hikûmet u rêveberiyeke paralel li Silêmaniyê xwar; gavek ku dibe Herêma Kurdistanê vegerîne serdema beriya sala 2003an, dema ku du rêveberiyên cuda li Hewlêr û Silêmaniyê hebûn.Talebanî di peyameke vîdyoyî de, bi tundî rexne li tevgerên dawî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) girt û ragihand ku YNK dê tu biryarên parlamentoya Herêma Kurdistanê nas neke, her wiha hikûmet an rayedarên wê jî bi fermî nas neke. Ev helwest piştî rûniştina destpêkê ya parlamentoya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê tê; rûniştinek ku tê de 52 endam ji 100 endaman dengê erê dan ji bo destpêkirina karên parlamentoyê.
Ev rûniştin ji aliyê pênc aliyên siyasî ve hat boykotkirin: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Komela Îslamî ya Kurdistanê, Tevgera Helwesta Niştimanî û Tevgera Nifşa Nû. Di du salên borî de, Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji ber nakokiyên kûr ên di navbera her du alîyên sereke yên desthilatê li Hewlêr û Silêmaniyê de, nekarîbû bicive; nakokiyên derbarê parvekirina desthilatê û rêvebirina saziyên herêmî de rê li ber destpêkirina karên wê girtibûn. Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, rûniştina dawî ya parlamentoyê narewa bi nav kir û ew wekî kombûneke beşeke kêmîne ya ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pênase kir. Her wiha, wî PDK tohmetbar kir ku guh nade îradeya dengdêran, zextê li parlimanteran dike û çavkaniyên darayî yên giştî ji bo pêşxistina armancên xwe yên sîyasî bi kar tîne.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tekez kir ku biryarên li Hewlêrê hatine girtin qebûl nakin û hişyarî da serokên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û got: "Me neçar nekin ku em bertek nîşan bidin. Hûn li wir çi bikin, em ê li vir heman tiştî bikin. Heke hûn Serokekî ji bo Herêma Kurdistanê destnîşan bikin, em ê jî yekî destnîşan bikin; heke hûn wezîrekî kivş bikin, em ê jî heman tiştî bikin; û heke hûn Serokwezîrekî hilbijêrin, em ê jî yekî diyar bikin." Ev gotin dikarin wekî gefekê bên şîrovekirin ku Herêma Kurdistanê vegerînin serdema beriya sala 2003yan; dema ku ji ber nakokî û pevçûnên navxweyî yên di navbera PDK û YNKê de, du rêveberiyên paralel li Hewlêr û Silêmaniyê kar dikirin.
Di beşeke din a peyama xwe de, serokê Yekîtiya Niştimanî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta nika ya Herêma Kurdistanê wekî "hikumeteke têkçûyî" bi nav kir. Wî diyar kir ku tevî ku ev hikûmet zêdetirî du sal in wekî hikûmeteke karbirêveber kar dike, lê di çareserkirina pirsgirêkên aborî û jiyanî yên welatiyan de ser neketiye. Her wiha, bi bal kişandina ser krîza dayîna miaş u mehaneya karmendên sektora giştî û cudahiya nirxê petrol û berhemên sotemeniyê di navbera Herêma Kurdistanê û deverên di bin rêveberiya hikûmeta federal a Iraqê de, wî ragihand ku biryara wan a yekem ew e ku ji vê rêveberiya têkçûyî ku xwe wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dide nasîn vekişin.