Yekem civîna parlimana Herêma Kurdistanê bi 53 nûneran hat lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i361236-yekem_civîna_parlimana_herêma_kurdistanê_bi_53_nûneran_hat_lidarxistin
Yekem civîna parlimana Herêma Kurdistanê bi beşdarbûna 53 nûneran tevî boykota vê civînê ji aliyê hin tevgerên sereke va hat lidarxistin.
(last modified 2026-11-04T14:59:51+00:00 )
Tesrîn 04, 2026 18:26 Asia/Tehran
  • Yekem civîna parlimana Herêma Kurdistanê bi 53 nûneran hat lidarxistin

Yekem civîna parlimana Herêma Kurdistanê bi beşdarbûna 53 nûneran tevî boykota vê civînê ji aliyê hin tevgerên sereke va hat lidarxistin.

 

Yekem civîna parlimana Herêma Kurdistanê du sal piştî lidarxistina hilbijartinên parlimanî bi beşdarbûna 53 nûneran ji gişt 100 nûneran hat lidarxistin.Di vê civînê da Wala Ferîd ji fraksyona Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wek Serokê parlimanê û Ramî Nûrî ji Partîya Demokrat a Kurdistanê jî wek Cîgirê Serokê parlimanê û Muna Qehweçî wek Sekretera parlimanê hatin hilbijartin.Hevdem, Yekitîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di daxûyanîyeke fermî da bi neqanûnîzanîna civîna parlimana Herêma Kurdistanê û boykotkirina wê, hişyarî da ku ew ê tu parliman yan kabîneyeke ku encama vê civînê be, bi fermî nas neke.Yekitîya Niştimanî ya Kurdistanê herwiha ev civîn wek hewlek ji bo daspandina vîna tevgereke sîyasî û dorlêdana prensîbên beşdarbûna rastîn pênase kir.